02 Îlon 2016•Rojanekirin: 02 Îlon 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Zirara ku rêxistina terorê, van bêbextan daye zêde ye. Bi kolandina çal û xendekan 10 milyar zirar dan. Zirara ku dan hêzên ewlehiyê û gelê herêmê 10 milyar e û em ê di nav 3 salan da vê zirarê çareser bikin."
Yildirim destnîşan kir ku li Liceyê jî 25 wesaîtên malê diziyê hatin dîtin û wiha pê da çû:"Wê bombe lê bar bikirana û biteqandana. Li tevahiya welêt 910 wesaîtên ku hatine dizîn hene. Niha teqîbat tê kirin ku di çalakiyan da neyên emilandin."
Serokwezîr Yildirim der barê operasyonên li herêmê tên birêvebirinda jî agahî da û wiha dewam kir: "Di dema operasyonan da bi taybetî di operasyonên li Diyarbekir, Sêrt, Şirnexê da 40 ton hişbir hat girtin. Rêxistina cihêkar gelo hişbirê çawa dike? Her hal nikarê vê gişkî bikişîne, bi vê va gel, zaroka bi jehrê dixe. Dibine Ewropayê jî û yên li wê derê jî bi jehrê dixin. Ez mereq dikim gelo ewropayî ew ê kînga vê fehm bikin. Bira ew destûrê bidin ku endamên rêxistinê li wan deran pêşengehan vekin û ji aliyekî va jî zarokên wan bi jehrê bixin. Ez ji vir bangî dostên me yên li wê derê dikim. 77 milyon kok kirkirk hat îmhekirin. 8 hezar û 561 kesên ku vî karî dikin hatin binçavkirin, hinekên wan hatin girtin. Bi tenê qîmeta peretî ya vê hişbirê 4 milyar lire ye, 4 katrilyon. Ev encama operasyona mehekê ye.
Yildirim mizgîniyekê jî da û got:"Min duh biryara Pira 1915an ya Çanakkaleyê û rêya wê îmze kir. Bi fermî pêvajoyê dest pê kir. Dîrok jî kifş bû, em ê di 18ê adara 2017an da dest bi kolandina xîm bikin."