18 Hezîran 2016•Rojanekirin: 19 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima qeynaxa ewil a korvetiya Kinaliadayê û korvetiya Burgazadayê ku cara ewil derket ser behrê da xeberda.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Piştî keştiya Anadoluyê ya bi cureya amfîbî înşeallah em ê bên wê astê ku keştiya xwe ya balafirê çêkin. Wê Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) bibe xwediyê keştiya xwe ya balafirê û em ê di vî warî da jî bi ser bikevin. Ti astengî tuneye, heger hûn bawer bikin hûn ê çêkin. Di vî warî da dewlet û hikûmeteke bi biryar heye. Tirkiye bi taybetî di warê pîşesaziya paprastinê û leşkerî da nikare bisekine û lukseke wisa tuneye. Beriya her tiştî erdnîgariya ku dewleta me di nav da rê nade vê."
Erdogan di merasimê da xeberdana xwe wiha berdewam kir: "Beriya her tiştî piştî sala 2009an reform û gavên demokratîk ên ku di bin navên cuda da hatin kirin nîşan da ku sedem û çavkaniya pirsgirêkên herêmê rêxistina terorê ye. Gelê herêmê di vê pêvajoyê da niyet û semimiyeta dewletê û kar û barên ku li herêmê hatin kirin dît. Hat fehmkirin ku rêxistina terorê ya cihêxwaz jî dixwaze xizmet û karên ku tên kirin asteng bike û gel di nav cehalet, xizanî û feqîriyê da bihêle. Piştî 20ê tîrmehê digel gef û tedayiyê gelê herêmê loma xwe neda aliyê terorê. Ji xeynî vê hêzên me Yê ewlehiyê ji roja ewil da bi hesasî û di nav kordînasyonê da li gor hiqûqê operasyonan meşand û derbeyeke mezin li rêxistinê xist. Bi vî awayî êrîşeke mezin a li dijî biratî, yekîtî û hevkariya dewleta me hat berterfkirin. Rêxistinê di dîroka xwe da derbeyeke mezin xwar. Di encama operasyonên li nav welêt û derveyî welêt da ji 7 hezar û 600î zêdetir endamên rêxistina terorê hatin kuştin."