Abdullah Tel
03 Mijdar 2020•Rojanekirin: 04 Mijdar 2020
Gogbazê Arjantînî yê bi nav û deng Diego Maradona ji ber ku aciz bû, birin nexweşxaneyê.
Maradona di nexweşxaneyeke li bajarê La Platayê tê tedawîkirin û doxtorê wî Leopoldo Luque daxuyanî da û ragihand ku aciziya wî Kovîd-19 nîne û wiha pê da çû: "Ev hefteyeke kêfa wî tuneye. Mehdê wî qet tuneye û bêqewet ketiye. Piştî kontrolên sihetê em ê mêze bikin ka dest bi tedawiyeke çawa bikin. Rewşeke acil û bi talûke niha tuneye."
Maradona di Lîga Fitbolê ya yekemîn da rahêneriya tîma Gimnasiayê dike û di 30yê Cotmehê da rojbûna xwe ya sala 60emînê pîroz kiribû.
Di tarîxa fitbolê da ji gogbazên herî baş yek jî Maradona tê hesibandin û wî bi formaya Tîma Neteweyî ya Arjantînê di sala 1986an da Kupaya Dinyayê ya FIFAyê qezenc kiribû û di Napoliya kûluba Îtalyayê da jî 2 caran şampiyonî qezenc kiribû.