22 Adar 2017•Rojanekirin: 24 Adar 2017
BATMAN
Li Kercewsa navçeya Batmanê dê 2 saheyên xalîçe, korteke tenîsê, saheya voleybol û basketbolê bên çêkirin.
Li gor protokola ku di navbera Qaymeqamtiyê û Teşkîlata Spor Totoyê da hat çêkirin dê li navenda navçeyê 2 saheyên xalîçe, korteke tenîsê, saheya voleybol û basketbolê bên çêkirin, herwiha dê dorber were ronîkirin.
Qaymeqam Unal Koç ji bo piştgiriya wan ji Waliyê Batmanê Ahmet Denîz û Serokê Teşkîlata Spor Totoyê Muharrem Kasapoglu ra sipas kir.