Mehmet Muezzînoglu li vir di destpêka axaftina xwe de eydiya hemûyê alema îslamê bimbarek kir û got ku rêxistina terorê ev eydî jî li me herimand. Muezzînoglu bi bîr xist ku li Beytuşebaba navçeya Şirnexê, di êrîşa terorî de 2 kes şehîd û 11 kes jî birîndar bûn û wiha pê de çû:
"Ev rêxistina terorê ku qetlîamên derîmirovahiyê dike, li ser rêyan defikan datîne, li pey armancên xayin dibeze; mixabin vê carê jî êrîşê ambulansan kir û du wezîfedarên me yên tendûristiyê revandin. Heta niha me ji ekîba xwe ya ambulansê tu agahî hilnedan. Alaqeya vana bi însanetiyê tune ye, ya rast armanceke ku pê ve girêdayîne jî tune ye. Derdekî wan ê wekî parastina maf û azadiyên gelê welêt tune ye. Ev di destê hêzên derve de wekî maşê tên bikaranîn. Dewleta me, miletê me û rêvebiriya me wê cezayê wan bidin û şopa wan di nav pelên dîroka tarî de winda bike. Hêvî dikim ku ev rojana nêz in, em ê bi hev du re biserkevin."
-Li herêmê operasyon didomin
Li gor agahiyên ku hatin hildan, rêxistina terorê ya cihêxwaz du êrîş birin ser hêzên ewlehiyê û di êrîşan da 2 leşker cangorî bûn û 8 leşker û gundparêzek birîndar bûn û li ser vê ambulans şandin cihê bûyerê. Rêxistina terorê êrîşê ambulansên ku ji bo bîrindaran şandin herêmê kir.
Di êrîşê de ajovanê ambulansê mir û 2 xebatkarên tendûristiyê jî hatin revandin.
Operasyona ku hêzên ewlehiyê li herêmê da destpêkirin dewam dike.