23 Adar 2016•Rojanekirin: 27 Adar 2016
KIRIKKALE
Belavkirina kartên nasnameyan ên nû ku dikevin ber cizdanên nifûsê li Kirikkaleyê dest pê kir.
Li gor daxuyaniya walîtiyê di çarçoveya "Projeya Kartên Nasnmeyan ên Komara Tirkiyeyê" ku Midûriyeta Giştî ya Karên Welatiyan û Nifûsê ya Wezareta Karên Navxweyî dimeşîne, belavkirina kartên nû li Kirikkaleyê dest pê kir.
Kartên nasnameyan ên nû wê bi rêya PTTyê bişînin navnîşana welatiyan. Kartên ku li navnîşanan neyên teslimkirin wê îadeyî Midûriyeta Welatiyan û Nifûsê ya Bajêr bibin.
Serlêdanên ji bo kartên nû di 14ê adarê da dest pê kiribû.
Walî Alî Kolatê ku di 14ê adarê da serî lê dabû ji rayedarên PTTyê kartê xwe yê nû hilda.
Kolat sipasiya rayedarên PTTyê kir û destnîşan kir ku kartên nû li ser xêrê bin.