30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Di çarçoveya doza biryara girtinê ya derbarê wan da Berdevkê Partiyê û Parlementerê Qersê yê HDPê Ayhan Bîlgen û parlementerê HDPê Meral Daniş Beştaş û Parlementerê Wanê yê HDPê Lezgîn Botan hatin binçavkirin. Botan piştî îfadedayînê hat berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, îtiraz li berdana herdu parlementerê HDPê Meral Daniş Beştaş û Ayhan Bîlgen kiribû û Hakimtiya Silh û cezayê îtiraz nirxand, biryara girtina herdu parlementeran dabû.
Di çarçoveya doza biryara girtinê ya derbarê wan da Berdevkê Partiyê û Parlementerê Qersê yê HDPê Ayhan Bîlgen û parlementerê HDPê Meral Daniş Beştaş ji sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" hatin binçavkirin.

Botanê ku li Wanê Hat binçavkirin hat berdan
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê va, ji ber hinek gotarên wî ji sûcên "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar", "eşkere tehrîkkirina sûcê" û "kirina propagandaya terorê" doz li dijî parlementerê Wanê yê HDPê Lezgîn Botan, hatibû vekirin û ji 11 salan heta 40 sal daxwaza hebsê jê ra hatibû kirin lê neçibû îfadedayînê. Ji ber vê 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê biryarê girtina wî da û Botan hat binçavkirin.
Piştî karûbarê îfadeyê Botan serbest hat berdan.