30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
BATMAN
Li Batmanê sînemayeke şaredariyê ku berî nuha bi 5 mehan hatibû girtin, agir pêket. Ji ber şewatê di sînemayê da xisareke mezin çêbû.
Li caddeya Turgut Ozala Batmanê Sînemaya Yilmaz Guney ku ser bi şaredariyê bû û berî nuha bi 5 mehan hatibû girtin, ji ber sedemeke ku nayê zanîn agir derket.

Agir bi midaxeleya ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Batmanê va di maweya 2 seatan da hat vemirandin lê ji ber şewatê di sînemayê da xisareke mezin çêbû.