19 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2020
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand, di encama qanîkirinê da 5 terorîst li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, operasyonên serkeftî yên ku hêzên asayîşê dikin, felişandina PKK/KCKya rêxistina terorê ya cihêkar leztir kir.
Piştî ku bi piştgiriya malbatan xebatên qanîkirinê jî li operasyonan zêde bûn, teslîmbûn gelek zêde bû.
Di çarçoveya xebatan da 5 terorîst bi qanîkirina Midûriya Giştî ya Asayîşê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan li ber Deriyê Sînor ê Xabûra Şirnexê teslîmî hêzên asayîşê bûn.
Bi van teslîmbûnan ji serê salê heta niha jimara terorîstên ku tenê bi qanîkirinê teslîm bûn, derket 13an.