ANKARA
Di çarçoveya bernameya perwerdeyê ya Anadolu Agency (AA) û Ajansa Kordînasyon û Hevkariya Tirk (TÎKA) de dê 20 rojnamevanên ji Azerbaycanê li Akademiya Nûçeyan a AAyê perwerdeyê bibînin.
Di salên dawîn de AA di çarçoveya vizyona xwe ya sala 100emîn de Akademiya Nûçeyan ava kir û ji Tirkiye û dinyayê deriyên xwe ji rojnamevanan re vedike.
Di vê çarçoveyê de bi hevkariya AA û TÎKAyê rojnamevanên ji Azerbaycanê dê di 23-27ê hezîranê de li Akademiya Nûçeyan a AAyê perwerdeyê bibînin.
Dê beşdarvan li akademiyê dê di du beşan da 80 dersî bibînin. Kesên pispor dê di çarçoveya bernameyê dê dersê bidin.
Beşdarvan di saziyên çapemeniyê yên wek Ajansa Nûçeyan a Trendê, Ajansa Nûçeyan a AzerTagê, Rojanmeya Telegrafê ya Rojane û Ajans û Rojnameya Nûçeyan a Bûyeran de dixebitin.