01 Nîsan 2016•Rojanekirin: 01 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Sûra navçeya Diyarbekirê li Mizgefta Mezin a dîrokî bi welatiyan ra nimêja înê eda kir.
Serokwezîr Davutoglu li Sûra navçeya Diyarbekirê piştî nimêja înê xitabî welatiyan kir û wiha got: "Em netirsiyan, natirsin û em ê netirsin. Em li vir bûn, li vir in û em ê li vir bin. Heger Xwedê rojekê rihê min bistîne, ez dia dikim ku li Diyarbekirê bistîne. Dia dikim, tevî birayên xwe yên Kurd emanetê Xwedê teslim bikim. Lê nikarin bi me paşva gav bidin avêtin. Wê nikaribin gavekî jî paşva gav bidin avêtin."
Davutoglu di xeberdana xwe da der barê êrîşa terorê ya li Diyarbekirê da wiha axivî: "Duh li vê derê ev êrîş li dar xistin. Ji wan wetrê, Serokwezîr Ahmet Davutoglu wê ji van êrîşan bitirse û wê neyê Diyarbekirê. Gelî Diyarbekiriyên ezîz, ma em ji wan ditirsin? Ma emê ji ber tehdîdên van namerdan, dev ji Mizgefta Mezin, dev ji Diyarbekirê berdin? Me û we baş hevdu naskiriye. Xweda şahîd e, Konya çiqas cihekî ewle be, wê Diyarbekir jî hewqas ewle be. Konya çiqas cihekî bi huzûr be wê Diyarbekir jî wiha be. Konya çawa mala min e, Diyarbekir jî bi heman şiklî mala min e."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi teyareya taybet a bi navê "ANA"yê va di saet 11.10an da hat Diyarbekirê.
Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mahîr Unal, Wezîra Hawirdor û Bajarvaniyê Fatma Guldemet Sari, Walî Huseyîn Aksoy û rayedarên din li Balafirgeha Diyarberkirê li Serokwezîr Davutoglu pêşwazî kirin.
Bi Serokwezîr Davutoglu ra Sare Davutoglu, Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Suleyman Soylu, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yuldirim jî hatin Diyarbekirê.
Davutoglu di çarçoveya bernameya xwe da beşdarî merasima cinazeyê polêsên ku do di êrîşa terorê ya Baxlarê da şehîd bibûn a ku li Fermandariya Baregeha Jetan a Bingeh ya Diyarbekirê hat kirin jî bû.