Hat ragihandin ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu Qereqola Rêzê ya Silêman Şah, ziyaret kir.
Li gor daxuyaniya ku Navenda Çapemeniyê ya Serokwezîriyê belav kir, Davutoglu Qereqola Rêzê ya Silêman Şah, ziyaret kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku dê wêneyên ziyaretê bi saziyên çapemenî û ragihandinê ve, bên parvekirin.
Hêzên Çekdar ên Tirk, di 22ê sibata 2015an de operasyonek li dar xistibû û di çarçoveya operasyonê de cihê Qereqola Rêzê ya Silêman Şah guhertibû û qereqol biribû Eşmeya gundê Sûriyeyê. Di operasyonê de 39 tank, 57 wesayitên bizirx, 100 wesayît hatibûn bikaranîn û 572 personel xebitîbûn.