08 Sibat 2017•Rojanekirin: 09 Sibat 2017
îSTANBUL
Ji 10 gumanbarên ku derbarê êrîşa terorê ya li Ortakoya Stenbolê piştî girtinê sewqî dadgehê kiribûn, 9 hatin girtin û yek serbest hat berdan.
Jêpirsîna Abdurrauf Sert, Abudurreheman Aîhemaîtîtuohet, Abulaîtî Halîke, Muhammed Ebûl Hasan, Maîmaîtîtûohetî Balatîniyazî, Maîmaîtîtûersûn Sûlaîman, Maîmaîtîaîlî Nûermaîmaîtî, Maierdan Tûersûn, Kûerban Mûhemmedemînşêx û Abûlîkemû Maîtîrehemûyê gumanbarên ku îfadeyê wan ji aliyê Gokalp Kokçuyê ji dozgerên Buroya Sûcên Teror û Rêkxistî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat hildan qediya.
Hakîmiya nobedar derbarê 9 gumanbarî de ji ber sûcên wekî "teşebûsa rakirina pergala destûra nigehîn û endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" biryara girtinê, ji bo gumanbarekî jî bi şerta kontrola edlî biryara serbest berdanê da.
Di çarçoveya lêpirsînê de heta îro zêdetirê 30 kesî hatin giritn.