20 Nîsan 2016•Rojanekirin: 21 Nîsan 2016
VAN
Li Ercîşa navçeya Wanê kamyoneke teqemenîbarkirî hat girtin û şofêrê wê jî hat binçavkirin.
Walî Îbrahîm Taşyapan daxuyand ku li ser rêya Ercîş û Patnosê kamyoneke teqemenîbarkirî ji hêla polês û cendirmeyan ve hat girtin.
Taşyapan got ku şofêrê kamyonê hat binçavkirin û wiha axivî: "Di kamyonê de 25 tupên sanayiyê, bîdonên ku tê de benzîn û mazot hene û du zinar hatin dîtin. Der barê wê de tehqîqata edlî dan destpêkirin."
Li herêmê operasyon dewam dike.