20 Nîsan 2016•Rojanekirin: 21 Nîsan 2016
DIHOK
Êzdiyên iraqî ji ber xizmên xwe yên ku di êrîşa DAEŞê de mirin û aqûbeta wan nediyar e "Cejna Çarşema Sor" a ku ji bo wan pîroz e de dilşikestî ne.
Êzdî wisa bawer dikin ku li gor salnameya rûmî çarşema ewil pîroz e. Êzdî ji bo pîrozbahiyan li perestgeha Laleşê ya ku ji bo wan pîroz e, dicivin.
Babê Şêxê ku li Laleşê amadehiyên cejnê bi rê ve dibe daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Ez di vê roja pîroz de cejna hemû êzdiyan pîroz dikim. Ez ji Xwedê dixwazim ku cezayê bide ew kesên ku felaket tînin serê êzdiyan. Înşeallah heqê me ji tu kesî re nehêlin."
Bi dehan êzdiyên ku li perestgeha Laleşê civiyan wek kevneşopiya cejnê qurban serjê kirin û li dîwar û baxçeya perestgehê agir vêxistin û dia kirin.
Li tevahiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) wekî her sal ji ber cejnê betlaneya fermî hat îlankirin.
Meclisa Rûhanî ya Êzdiyan par eşkere kiribû ku ji ber êrîşên ku DAEŞ dibe ser Mûsilê, ji ber kesên ku ragirtine û rewşa şer a ku Herêma Kurdistanê rû bi rû maye dê pîrozbahiyan nekin.
Êzdîtî çi ye?
Li gor agahiyên dîrokî û dînî êzdîtî baweriyeke wisa ye ku agir, roj û av pîroz tê qebûlkirin. Di vê baweriyê de mirov pişt re nikare bibe êzdî. Êzdiyek derbasî dînekî din bibe ev wekî guneha herî mezin tê qebûlkirin. Pirtûkên pîroz ên vê baweriyê Mishefa Reş û Cîlwe ne. Lê tê gotin ku ev her du kitêb winda ne. Ji ber ku pirtûkekî nivîskî yê pîroz tune rîtuelên dînî nifş bi nifş bi devkê berdewam dikin. Di êzditiyê de wêjeya devkî bi kurmanciya zaraveyê kurdî cî digire. Hemû diayên dînî bi kurmancî tên kirin.
Êzdî piranî li Dihok û Mûsilê dijîn. Tê gotin ku li Iraqê ji 500 hezar in. Di van demên dawîn de hinek êzdiyên li Iraqê ji ber êrîşên cur bi cir koçî welatên Ewropayê kirin. Li Ermenistan û Gurcistanê jî gelekî êzdî hebûn. Lê piştî ku rejima Sowyetê hilweşiya gelekî êzdî di serî de Almanya koçî gelek welatên Ewropayê kirin.