11 Sibat 2020•Rojanekirin: 13 Sibat 2020
Di operasyonên Dafikê da ku Wezareta Karên Navxweyî birêva bir da 108 şikeft/stargeh hatin îmhakirin, 23 altax hatin qefaltin û 463 kîlogram esrar jî hat bidestxistin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê hilda bi destpêka sala 2020î va bi mebesta terorîstên li herêmê bi cih bûne bên berterefkirin, PKKya rêxistina terorê ji rojeva welêt bê derxistin û rê li ber çûn û hatina endamên rêxistinê bê girtin, operasyonên Dafikê dest pê kirin.
Operasyona ewil bi beşdarbûna 915 personelan va di 11ê Rêbendanê da li Mêrdînê bi navê "Dafik-1 Bagok"ê va dest pê kiribû û paşê jî bi dor li Hatayê "Dafik-2 Amanosan", li Hekariyê "Dafik-3 Kavakli", li Batmanê "Dafik-4 Mava", li Şirnexê "Dafik-5 Gabar" û di navbera xeta Diyarbekir Batmanê da jî bi navê "Dafik-6 Zori" va operasyon hatibûn kirin.
Di encama operasyonan da 108 şikeft/stargeh hatin îmhekirin, 23 altax (hevkar) hatin qefaltin û 463 kîlogram esrar jî hat bidestxistin. Ji bilî bombe, roketavêj, tiving, demançe û teqemeniyên bidestçêkirî jî di nav da cebilxane jî hatin bidestxistin.
Hat hînbûn ku operasyonên Kapanê wê bi biryardarî dewam bikin.