Li Keçîorena navçeya Enqereyê du wesaît li hev qelibîn, di qezayê de 4 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên hatin hildan, wesaîta bi plakeya 06 TKN 58 ku şofêrê wê Murat Demir (39) bû û wesaîta plakeya 06 AE 0895 ku şofêrê wê jî Şevket Kaynak (43) bû, li hev qelibîn.
Qeza li ser xaçerêya ku Bulwara Yozgatê û Kolana Murat Çobanoglu digihîje hev çêbû. Di qezayê de şofêr Demir, Kaynak û Zeynel Tekin (45) Ugur Kaan Gokmeşeyê (23) ku di wesayîta bi plakeya 06 TKN 58an de bûn li cihê bûyerê can dan.
Kesekî din ê ku di wesayîta din de bû jî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dişkapiyê.
Tîmên agirkujiyê hatin cihê qezayê û cesedên ku di wesaîtan de asê mabûn, derxistin.