09 Gulan 2016•Rojanekirin: 09 Gulan 2016
ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Divê YE di mijara têkoşîna dijî terorê da helweseteke biryardartir bide nîşan. Em wek Tirkiye wisa difikirin."
Serokomar Erdogan bi minasebeta "9ê Gulanê Roja Ewropayê" peyamek weşand û got: "Roja Ewropayê ji bo rewşa Ewropayê ya niha û ji bo palanên paşerojê girîng e. YE demokrasiyê, mafên mirovan, serdestiya hiqûqê hildide bin temînatê û ji aliyê pêşketina aborî û sosyal va ji bo gelek welatên dinyayê dibe mînak. Lêbelê ji ber şert û mercên sedsala 21emîn, ji ber pirsgirêkên li herêma me û derveyî herêma me, di vê heyama krîtîk da lazim e ku YE ji her demê zêdetir polîtîkaya xwe ya dereke xurt bike. Girîng e ku ji bo krîza koçberiyê ku ji ber şerê li Sûriyê û Iraqê derketiye, biryardar be û helwesta xwe li gor rêgezan bimeşîne."
Serokomar Erdogan diyar kir, Tirkiye ji bo ku êş û kul cardin dubare nebin û ji bo pirsgirêkên heyî çareserî were dîtin, wê tevkarî û xebatên xwe yê bi YEyê ra bidomîne û wiha dewam kir:
"Em hêvî dikin, li Ewropayê li ser koçberan polîtîkayên tund neyên meşandin û dijî koçberan cudakarî çênebe, Îslamofobî lê xurt nebe. Endamtiya YEyê ji bo Tirkiyê hedefeke stratejîk e û endamtî çêbibe, em bawer dikin ku ev ê ji bo herêmê bibe gencîneya îstiqrar û îlhamê. Divê YE di mijara têkoşîna dijî terorê da helweseteke biryardartir bide nîşan. Em wek Tirkiye wisa difikirin. Ji bo ku bikeve rewacê li ser mûafiyeta vîzeyê lihevkirinek çêbû. Tirkiye ji 50 salî zêdetir e ku li ber deriyê YEyê didin sekinandin û ji ber vê jî kerixî. Ez hêvî dikim ku li ser sozê xwe bisekinin û ev pêvajo bi lez û beztir bibe."
Serokomar Erdogan Roja Ewropayê li hemû ewropayiyan pîroz kir û got ku ev roj li hemû parzemînê bibe wesîleya aştî, hizûr û îstiqrarê.