RÎZE
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay betlaneya xwe ya cejnê li Rojhilatê Behra Reş derbas kir û Waliyê Rîzeyê Nurullah Çakir û Parlementerê AK Partiyê yê Rîzeyê Hasan Karal jî digel wî bûn. Atalay û kesên digel wî piştî ku çûne serdana navçeya Çamlihemşînê derbasî Zozana Anzerê ya li Îkîzdereyê bûn. Atalay li vir daxuyaniyek da nûçegîhanê AAyê û diyar kir ku xwezaya Behra Reş pir xweş e."
Atalay der heqê rojevê de jî daxuyaniyên girîng dan û dest nîşan kir ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de bestekeke demokratîkbûnê ya berfireh tê amadekirin. Atalay da zanîn ku Serokwezîr Erdogan jî bi xwe li ser vê mijarê dixebite û wiha pê de çû: "Jixwe Serokwezîrê me jî bi xwe got 'ez di cejnê de jî dixebitim û em ê bala xwe bidin ser besteka demokratîkbûnê.' Niha heyeteke me heye û serokatiya wê jî ez dikim. Em di meha Remezanê de jî gelekî xebitîn. Hinek rojan ji fitarê heta paşîvê em li ser vê bestekê xebitîn. Em hewl didin ku beriya payîzê bê eşkerekirin. Em ê piştî cejnê bêne cem hev û digel birêz Serokwezîr nirxandina dawî bikin. Ne bi tenê ji bo pêvajoya çareseriyê, ji bo çareserbûna gelek pirsgirêkên welatê me hewceyî bi vê bestekê heye."
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay der barê biryara doza Ergenekonê de jî diyar kir ku yên ji biryarê kêfxweş bûn jî hene, yên aciz bûn jî lê ya girîng ew e ku biryareke dadmend bê dayîn û wiha dewam kir: "Ya girîng ew e ku mirov dadmend be. Divê biryara herî dadmend hatibûya dayîn û darazê jî wisa kir."