07 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2015
Serokwezîr Davutoglu wiha got: "Di mijara ewlehiya sînor û qada hewayê ya me da em tu carê tawîzan nadin. Di vê mijarê da em li bendê ne welatên ku rêzê nîşanî sînorên xwe didin divê rêzê nîşanî sînorên Tirkiyeyê jî bidin. Em hêvî dikin ku rêzê nîşanî sînorê hewayê yê Tirkiyeyê jî bidin."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu beriya serdana Dibistana Seretayî ya Haci Suleyman daxuyanî da û wiha got: "Di mijara ewlehiya sînor û qada hewayê ya me da em tu carê tawîzan nadin. Di vê mijarê da em li bendê ne welatên ku rêzê nîşanî sînorên xwe didin divê rêzê nîşanî sînorên Tirkiyeyê jî bidin. Em hêvî dikin ku rêzê nîşanî sînorê hewayê yê Tirkiyeyê jî bidin."
Serokwezîr Davutoglu di xeberdana xwe da der heqê qeyrana li Sûriyeyê da wiha got: "Qeyrana Sûriyeyê wekî qeyrana welatekî derket, wekî qeyraneke ku birêvebiriyeke ku li hember gelê xwe zalimane tevdigere derxist holê, pêk hat; pişt ra teror, rêxistinên terorê jî midaxil bûn û bi vê xetereya ku rêxistinên terorê derxistin ra jî bû qeyraneke herêmî. Ez eşkere bibêjim para herî mezin a di mijara qeyrana welatekî ya ku bû qeyrana herêmî da bi qasî vê birêvebiriya zalim, para Konseya Ewlehiya Neteweyî ya ku di wê merheleyê da li ser tu mijarê li hev nekirine jî heye."
Serokwezîr Davutoglu der barê êrîşên hewayî da jî wiha xeberda: "Ev êrîşên hewayî (êrîşên hewayî yên Rûsyayê yên li Sûriyeyê) li dijî DAEŞê nayên kirin. Li gor agahiyên ku gihaştin ber destê me ji aliyên hêzên ûris va 57 êrîşên hewayî hatine kirin, ji vana 55 heb li dijî mixalefeta mutedil in, tenê du heb li dijî DAEŞê ne. Heke li dijî DAEŞê têkoşîn bê dayîn em hemû bi hev ra bikin. Lê heke li cihekî nêzî sînorê Tirkiyeyê wekî ku bibe sedema hatina penaberên nû êrîşê bibin ser gelê sivîl û mixalefeta mutedil wê çaxê ev yek tê wê wateyê ku mijareke gelekî cidî ya ku em hemû divê rûnin û li serê xeber bidin, heye."
Serokwezîr Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Di mijara îxlalên sînoran da em dixwazin ku rîayetî hesasiyetên Tirkiyeyê bikin, wan bidin ber çav. Di vê çarçoveyê da me Balyozê Rûsyayê vexwend Wezareta xwe ya Karên Derva. Me ferqa agahiyên ku dan me û agahiyên ku li qadê çêbûn ji wî ra gotin. Ango îxlalan çend deqîqe berdewam kirine, di kîjan şertan da çêbûne, em van bi aliyê Rûsyayê ra bi awayekî samimî û dostane, wekî du cîranên ku li hember hev rêz digirin muzakere dikin. Rayedarên me yên leşkerî û rayedarên me yên dîplomatîk li ser van diaxivin. Em naxwazin ku bi Rûsyayê ra tu rageşiya me çêbe, lê wekî ku min got mafê me yê cîrantiyê yê herî tabiî ye ku em li bendê bin ku Rûsya li hember qada hewayê ya Tirkiyeyê, sînorên wê û berjewendiyên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê, baldar be."