Ahmet Aydın
25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 25 Mijdar 2017
BALIKESIR
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di peywendiya xwe ya telefonî digel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron de, destnîşan kir ku pêdivê ew deverên ji DEAŞê vala bûn ji rêxistinê din ê terorê re neyên hiştin û bal kişand ser wê yekê parastina yek parçeyiya axa Sûriyeyê gelekî giring e.
Li gorî çavkaniyên Serokomariyê dema Serokomar Erdogan li Bûrsayê bû bi telefonê digel Macron axiviye û li ser mijarên dualî û pirsgirêkên herêmî sekinîne.
Serokomar Erdogan derbarê lûtkeya sêalî ya ku 22ê mijdarê li Soçiyê hat kirin, zanyarî da Macron destnîşan kir ku giringiyekê mezin didin wê yekê ku di çavdêriya BMê de li Sûriyeyê hilbijardineke adil û serbest bê kirin ku hemî Sûriyeyî beşdar bibin.
Erdogan di axaftina xwe de anî ziman ku pêdivê ew deverên ku ji DEAŞê vala bûn ji rêxistinê din ê terorê re neyên hiştin û bal kişand ser wê yekê parastina yek parçeyiya axa Sûriyeyê gelekî giring e.
Di peywendiyê de herwiha derbarê mijarên weke bihêzkirina têkiliyên di warê aborî, enerjî û berevaniyê di navbera Tirkiye û Fransayê de gotûbêj hat kirin.