28 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2019
Li Hekariyê eskerê di 23ê Cotmehê da di pevçûna navbera terorîstan çêbûbû da giran birîndar bûbû, li nexweşxaneyê şehîd ket.
Wezareta Parastina Neteweyî daxuyand li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ekserê ku di 23ê Cotmehê da di pevçûna navbera terorîstan çêbûbû da giran birîndar bûbû û li nexweşxaneyê tedawî dibû li hemberî hemû hewldanan duh şehîd ket.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ezîz ê di vê bûyera ku em gelekî xemgîn kirin de mir bike, serê malbata wî ya bikeder, Artêşa Tirkiyeyê û gelê Tirk sax be û Xwedê sebrê bide."