Hîkmet Okur ê ku Serokê Komeleya Gundê Nûrsê ye û di heman demê de jî xizmê Bedîûzeman Seîdê Nûrsî ye diyar kir ku ew saziya ku wek "cemaet" dizanibûn xwest derbeyê bike û hikûmetê hilweşîne û wiha pê de çû: "Ustad xwestiye ku her gav bibe alîkarê asayişê, lê saziyeke wî ya ku dewlet û hikmetê bike bin kontrola xwe tu car çênebûye."
Okur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ew her gav dibêjin 17yê Çileya Pêşîn hewla derbe kirinê bû. Okur got ku ew saziya wek "cemaet" dizanibûn hewl kir derbeyê bike û wiha dewam kir: "Em ji bo 17yê Çileya Pêşîn her gav dibêjin ev hewleke derbekirinê bû. Ew saziya ku em wek cemaet dizanin, bi rastî jî hewlî derbeyê kir, xwest hikûmetê belav bike û bi dest bixe."
Serokê Komeleyê Okur ragihand ku wî heman tişt di hevpeyvîna da têlevizyona rêxistina paralel de parve kir û wiha got: "Mixabin wê gotinê jêbirin û tiştên ku xwestin weşandin. Bi rastî jî ew hewla derbeyeke li dijî hikûmetê bû. Hemû dinya bi vê yekê dizane."
Okur bal kişand ser jiyana Seîdê Nûrsî û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ustat xwestiye ku her gav bibe alîkarê asayişê lê saziyeke wî ya ku dewlet û hikmetê bike bin kontrola xwe tu car çênebûye. Evê yekê jî tu car qebûl nekiriye. Hergav gotiye 'Dewleta we çi dibe bila be divê hûn îteat bikin.' Peyamê ku dane me hertim wiha bûne. Em van peyaman ji şakirtên ku li ber destê Ustat perwerde bûne hîn bûn. Tevgereka Ustat a ku bixweza hikumetê bike bin kontrola xwe çênebûye."
-"Pirtûkên Rîsale-î Nûrê tehrîp û xwerûkirin"
Okur xwerûkirina pirtûkên Rîsale-î Nûrê yên ku ji hêla Tevgera Gulen ve hat kirin jî bi bîr xist û ragihand ku ew ji vê yekê ne razîne û tevgerê wiha rexne kir: "Evan berheman xwerûkirin meneyeka 'dewra Ustad qediya û xwe derxistin pêş' derket holê. Em şêniyên gundê Nûrsê ji vê yekê aciz bûn. Em piştgiriyê didin hikumeta niha; lewra me heyama yek partiyê û ya CHPyê dît. Bav û kalên me ji me re qal kirin û em li pey kesên piştgiriyê didin zihniyeta ku 19 caran xwestin Ustad jehrî bikin, naçin."