LONDRA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû der barê peyama Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan a der heqê bûyerên 1915an de got ku peyameke wiha hetanî niha nehatiye weşandin û gaveke wiha bi wêrekî nehatiye avêtin û wiha dewam kir: "Ez li vir bangî hemûyan dikim da ku ji bo di navbera me û ermenan de pêşerojeke nû bê avakirin piştgiriyê bidine me."
Di gotara Davûtoglû ya bi serenavê "Tirk û Ermen - Divê di rêberiya Serokwezîr de bimeşin û em êşa xwe ya hevpar binerd bikin" a li ser malpera rojnameya Îngilîz The Guardîan de hat weşandin de, da zanîn ku bi salan e ku di navbera tirk û ermenan de peywendî heye.
Davûtoglû da zanîn ku di sedsala 19emîn de wîna Dewleta Osmanî kêm bû û nêzîkî 5 milyon welatiyên Osmanî yên Balkan, Qafqas ji welatên xwe hatin dûrxistin û wiha îfade kir: "Ev jî rastiyek e, di heman serdemê de zirar gihişt ermenan jî. Koçkirina ermenan û encamên koçê derî mirovahiyê ne û nayên qebûlkirin."
Davûtoglû da zanîn ku îro roj jî trajediya ermeniyan dilê tirk û ermenan diêşîne û wiha dewam kir: "Bîranînên di bîra hevpar de cih digrin dibin sedema ji hev du dûrmayina gelê tirk û ermen. Çîrokên ku li ser bûyerên di sala 1915an de qewimîn tên vegotin, gelê tirk û ermen ji hev du dûr dixin. Em êşa ku ji bav û kalên me maye, ya hevpar parve dikin."
Davûtoglû got: "Ez li vir bangî hemûyan dikim da ku ji bo di navbera me û ermenan de pêşerojeke nû bê avakirin piştgiriyê bidine me."