Merve Yıldızalp
30 Îlon 2021•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2021
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî (WPN) da hat gotin ku di çarçoveya ewlehiya nav welêt da bi beşdarbûna hêzên ewlehiyê va heyama bihar-havînê ya operasyonên Erenê ku di 15ê Nîsana 2021î da dest pê kiribûn, temam bû.
Hat gotin ku bi koordînetiya wezaretê va 10 hezar û 850 operasyon hatin kirin û 39 jê qaşo payebilind 127 terorîst hatin berterefkirin, 402 stargeh, şikeft û embarên bin erdê jî hatin îmhekirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li gor planê di heyama bihar-havînê da wê 9 hezar û 630 operasyonên li dijî terorê bihatina li dar xistin lê ev jimar derket 10 hezar û 850 operasyonî.
Di operasyonan da 4 jê di lîsteya sor, yek jê di ya şîn, du jê di ya kesk, 10 jê di ya porteqalî, 17 jê di ya gewr û 5 jî di ya reng da 39 terorîstên qaşo payebilind bi tevahî 127 terorîst hatin berterefkirin. Di encama operasyonan da 402 şikeft, stargeh û embarên bin erdê, 242 tepink, 271 çek, 258 bombeyên dest, 632 tup, 13 ton jî amûrên xwarin, lixwekirin û jiyînê hatin qefaltin.