Belgefîlma bi navê "Çîroka Hoste" ku ji salên xortaniyê heta bi serokwezîriyê behsa jiyana Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dike di BeyazTv de hat weşandin.
Belgefîlmê bi van gotinan dest pê kir: "Em nehatine ku li ser serê 73 milyon welatiyên xwe bibin efendî, em hatine ku ji wan re bibin xizmetkar."
Serokwezîr Erdogan, li ser pirsa der barê navê wî de da zanîn ku di meha Recebê de hatiye dinê, Tayyîp navê kalê wî ye û bavê wî Ahmet Erdogan ev nav lêkiriyê. Erdogan, got ku di dibistana seretayî de mamosteyê dersa dînî ji xwendekaran pirsî "kî dikare nimêj bike" û wî tiliya xwe bilind kir û nimêj kir, lewma jî carînan jê re digotin "mele".
Serokwezîr Erdogan, got ku di zarokatiya xwe de wî jî weke hemû zarokan bi lîstikan dileyîst. Li ser pirsa "Gelo bisîkleta te hebû" wiha axivî: "Mixabin bi qasî ku em bisîkletê bikirin rewşa me ne baş bû."
Erdogan diyar kir ku metbexa herêma Behra Reş gelekî dewlemend e, di çêkirina xwarinan de dayika wî gelekî şareza bû, mala wan ji mêvanan xalî nedibû û bavê wî gelek caran bê xeber jî mevan dianîn malê. Serokwezîr Erdogan, bi bîr xist ku di zarokatiya xwe çinîna çay û bindeqan jî kiriye.
Erdogan, da zanîn ku di dema xwendina razemanî de bavê wî hefteyê 2 lîre û nîv pere didanê û wî jî bi vî pereyî kartpostal dikirîn û difirotin û ji bilî vê jî av û simît jî difrot û bi pereyê ku ji wir qezenc dikir pirtûk dikirîn.
"Ez di pêşbirkê de bûbûm ê yekemîn"
Serokwezîr Erdogan, bi van gotinan bi bî rxist ku di pêşbirka helbestan de bûbû yekemîn: "Ez di pêşbirkê de bûbûm ê yekemîn. Bi qasî ku tê bîra min 500 lîra wek xelat dabûne min. Wê dema ew ji bo min xelateke mezin bû. Ew xelata min a ewil bû." Erdogan, bi bîr xîst ku di nav xelatan de ji bilî pereyan pirtûk û refikeke pirtûkan ya ku bi dîwêr ve dihat montekirin jî hebû.
Erdogan diyar kir ku di xwendina lîseyê de li ser navê dibistanê beşdarî munezereyan dibû ji ber vê yekê jî dikaribû bi rehetî li ber girseyan biaxive.
Erdogan, got ku her çar zarokên xwe jî şandine dibistanên Îmam Xetîbê lê him di pergala ezmunên qezenckirina zanîngehê de him jî ber serpêçanê rastî qedexeyan hatine û ev yek wek bêedaletî bi nav kir.
Serokwezîr Erdogan, da zanîn ku di malbatê de her kes tîma Fenerbahçeyê digre lê xanima wî Emîne Erdogan tîma Beşîktaşê digre.
Li ser pirsa, di dema xwestina Emîne xanimê xwê avet qehweya we? Erdogan wisa peyivî: "Bila sax be wê tiştekî wisa li min nekir."
Serokwezîr Erdogan, pirsa "Gelo hûn dixwazin neviyên we têkevin siyasetê" wiha bersivand: " Piştî ku em vekişiyan çima nebe. Bila ew vê yekê dewam bikin. Lewra li gorî min jiyan bê siyaset nabe."
Li ser pirsa heke Ak Partî bihata girtin pîlaneke we ya din hebû, got ku wê partiyeke din ava bikirana û got ku girtina partiyan ne çareserî ye.
Serokwezîr Erdogan, diyar kir ku têkiliya wî bi Serokomar Abdullah Gul re gelekî baş e û ev îdiayên ku digotin navbera xanimên wan nebaş e jî derew in.