ANKARA
Anadolu Agency (AA) li ser îdiaya Rojnameya Tarafê ya ku dibêje: "Tîmên ewlekariyê dê encamên hilbijartinê bi tenê bidin xebatkarên AAyê" daxuyanî da û diyar kir ku ev îdia agahiyeke xelet e, derew e. Tîmên ewlekariyê encamên hilbijartinan nadin, bi tenê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind encaman dide."
Daxuyaniya AAyê ya ku der barê vê nûçeyê de wiha ye:
"Rojnameya Tarafê îro sermanşeta xwe de nûçeyeke ku navê Anadolu Agencyê derbas dibe weşand.
Anadolu Agency ji bo ku encamên Hilbijartinên Herêmî yên 30ê Adarê ragihîne aboneyên xwe ev demeke ku xebateke mezin dike.
AA bi bingeha xwe ya teknolojîk û nûçegihanên xwe ve hemû amadehiyên xwe kirine, weşanên ceribandinê weşandine û li bendê ye ku encamên hilbijartinê bide. Ev xebat di dîroka Anadolu Agencyê de cara yekem e tê kirin. Sermiyanê AAyê ji bo nûçegihaniyê rastî, bêalîbûn û biexlaqbûn e. AA dê li gor van hêmanan encamên hilbijartinan sibê bi heft zimanan ragihîne aboneyên xwe.
Rewş evqas zelal e, hema hema her roj em di rojname û televizyonan de amadehiyên xwe yên hilbijartinê bi awayekî eşkere dibêjin. Lê dîsa jî di hin saziyên çapemeniyê de xebatên me xirab tên nîşandan. Ev tiştekî bêwate ye.
Li Tirkiyeyê hilbijartin di bin navê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind de tê eşkerekirin û fermî dibe.
Hêzên ewlekariyê di vê rewşê de bi tenê karê ewlahiyê dikin. Ji ber vê îdiaya Rojnameya Tarafê ya ku dibêje: "Tîmên ewlekariyê dê encamên hilbijartinê bi tenê bidin xebatkarên AAyê" agahiyeke xelet e, derew e. Tîmên ewlekariyê encamên hilbijartinan nadin, bi tenê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind encaman dide.
Ji hêla din îdiayên 'dê ewil encamên partiya desthilatiyê bide û bi vî awayî bêhna wan teng bike ku ew li ser sandoqan veqetin herin' jî buxtan û derew e.
Em bangî rojnameya xwediyê vê îdiayê dikin ku ji bo vê weşanê bila lêborînê bixwaze.
Hilbijartin ji bo civaka Tirkiyeyê û demokrasiyê pir girîng e. Der barê hilbijartinan de hevokên 'li gor îdiaya ku kulîsên Enqereyê de tê axaftin' dest pê dikin nûçeyên ne cidî ne û ne li gor exlaqê çapemeniyê ne. Em vê yekê pêşkêşî raya giştî dikin.
Di vê navberê de saziya me der barê kesên ku ev buxtan kirine de jî doz vekiriye."