Ahmet Aydın
23 Adar 2018•Rojanekirin: 24 Adar 2018
VAN
Di doza ku Parlementerên Wanê yê HDPê Lezgîn Botan û Adem Geverî tê de tên darizandin, Botan 18 sal û 8 meh cezayê hebsê xwar û Geverî beraet kir.

Dadbîniya biryarê ya doza ku ji ber sûcên weke "têkdana yekîtiya dewletê û yekparçeyiya welat", "ji bo îcranebûna wezîfeyê berxwedan", "heqaret", "endambûna rêxistina terorê", "tehrîkkirina ji bo sûckirinê" û "berxwedan li hember memûrê wezîfedar" li Botan û Geverî vebûbû, li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê birêve çû.
Di doza ku gumanbar beşdar nebûn parêzerê wan amede bûn.
Parêzeran û redda sûcdarkirinan kirin û daxwaza beraet a gumanbaran kirin.
Heyeta dadgehê cezayê 18 sal û 15 hebsê da gumanbar Botan. Herwiha merca kontrola edlî ku ji qedexeya derketina derveyî welat û mehê carekê îmza avêtin li yekeya ewlekariyê ya nêzîkî mala wî pêk tê danî ser Botan.
Dadgehê ji bo Geverî biryara beraetê da.