Ahmet Işık
16 Mijdar 2024•Rojanekirin: 17 Mijdar 2024
Li Nexweşxaneya Sepan û Lêkolînê ya Bijîşkiya Diranan a Zanîngeha Batmanê, "Merasima Mîxkutan û Betonrijanê" hat kirin.
Nexweşxaneya Sepan û Lêkolînê ya Bijîşkiya Diranan ku îsal hildan nava bernameyê û xerc û mesrefên wê yên pêwîst hatin veqetandin, li qada tenişt Stada Bajêr li ser eraziyekî bi qasî 26 hezar metroçarçikî ewê bê avakirin.
Merasima Mîxkutan û Betonrijanê ya ku ji bo nexweşxaneyê hat lidarxistin, bi beşdariya Walî û Wekîlê Şaredarê Batmanê Ekrem Canalp, Parlementerê AK Partiyê yê Batmanê Ferhat Nasiroglu, Rektor Prof. Dr. Îdrîs Demîr hat birêvabirin.
Dema proje qediya ewê nexweşxane bi 84 yeke, 7 laboratuvar, 4 wanegeh, 70 nivîsgeh, holeke konfransê ya bi qebareya 189 kesî û otoparkeke bi qebareya 169 wesayitî, xizmetê pêşkêş bike.