Kesên ku ji bo ziyaretê hatibûn umreyê di dema tewafa Beytullahê de ji bo ku careke din bobelatên wek kana komirê ya Somayê him li Tirkiyeyê û him jî li alema Îslamê pêk neyên dia kirin. Xetm û yasînên ku ji bo rihê kesên ku di kanê de can dabûn hatibûn xwendin li Beytullahê bi diayan hatin teslîmkirin.
Li axa pîroz di dema diayan de hat dîtin ku hin hemwelatiyan xwe negirt û giriyan.
Ji welatiyên Tirkiyeyê Mûstafa Coşkûnê ku li Beytullahê bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku şekl û reng û zimanê kesên ku li Beytullahê cuda ye, lê ji bo karkerên ku di kana Somayê de mirin hemuyan bi hev du re dia kirin.
Niha dema diayê ye
Welatiyên ku li Beytullahê ne diyarkirin ku ji bo xebatkarên ku can dane niha dem dema diakirinê ye.