06 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2015
ÇANAKKALE
Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê 74 qaçaxên efxan û sûriyeyî amadehî dikirin ku birevin Girava Mîdîlliyê ya Yunanistanê, lê hatin girtin.
Li gor agahiya ku hat hildan ji fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Herêma Cendirmeyan a Bursayê li qeraxên gundê Kadirga, Esmece Burnu, Bîber Deresî, Yeşîl Lîman, Koruoba û Bademliyê operasyon kir.
Ekîban 74 qaçaxên efxan û sûriyeyî ku amadehî dikirin birevin Girava Mîdîlliyê, girtin.
Piştî karên wan ên fermî rêvebiran qaçax teslîmî Navenda Paşveşandinê ya Biyaniyan ya li Ayvacikê kirin.