17 Îlon 2020•Rojanekirin: 17 Îlon 2020
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, li Silopiya navçeya Şirnexê, herêma Çiyayê Cûdiyê di operasyona ku MÎT û unsûrên Cendirmeyan bi hev ra kir da 2 terorîst kuştî hatin bidestxistin.
Li gor daxuyaniya ku nivîskî ya ku ji Wezaretê hat dayîn, "Di çarçoveya operasyona Yildirim-1 Cûdiyê da; li herêma Çiyayê Cûdiyê ya Silopiya navçeya Şirnexê da Fermandariya Cendirmeya Bajêr û Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) bi hev ra operasyon kir û di operasyonê da 2 terorîst bi 2 tivingên peyade yên M-16ê va kuştî hatin bidestxistin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li herêmê operasyon dewam dikin.