Elif Orhan
19 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
ÎZMÎR
Serokwezîr û Wekîlserokê Giştiyê AK Partiyê Bînalî Yildirim li Karabagê li Bazargeha Eskî Îzmîrê ji welatiyan re axivî.
Serokwezîr Yildirim got, "Heke hûn ji mixalefetê bipirsin 16 salan AK Partiyê tiştek nekir. Di van de tu şerm nemaye li çavê gel dinêrin û derewan dikin. Birê min ma gel napirse 'Dema ku AK Partiyê her goşeyê Tirkiyeyê rakir ser piyan û pêş xist we di van 16 salan de çi kir' we xwe veziland û hûn razan. We gelek xeber da. Tiştên ku me kirin ew înkar dikin. Gelê me jî ev 16 sal in AK Partiyê dike îqtidar."
Yildirim got, "Têkoşîna me ya bêeman a dijî rêxistinên terorê yên ku li Sûriyeyê, li Iraqê, li Qendîlê bi cî bûne didome. Me nehişt ku rêxistinên weke FETO, PKK, DEAŞê çavên xwe vekin û emê nehêlin ku vekin. Niha ji bo ku em di cî de terorê xilas bikin li Minbicê ne, li Mertala Firatê ne, li Efrînê ne. Teror bireve ku bila bireve em li pey in, emê li wir jî wê berteref bikin."