07 Mijdar 2015•Rojanekirin: 08 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Li Dicleya navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina derva hat rakirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê ji bo ewlehiya can û malê welatiyan li dijî endamên PKKya rêxistina terorê li taxên Kurşunlu, Kirkpinar, Kayaş û Girê Gorusedagiyê hêzên ewlehiyê derketin operasyonê.
Hat destnîşankirin ku di vê çarçoveyê da do di saet 05.00an da li taxên wek Çayustu, Bogazkoy, Kurşunlu, Hopan, Habura, Baltaci, Uluçeşîne, Yukariacar, Yenîkoy, Bahçecik, Gelincik, Harluk, Kormîk, Sakli, Layayran, Kupetaşi, Kayaş, Kirkpinar, Taşagil û Yokuşliyê derketina derva hat qedexekirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di saet 10.00an da qedexe hat rakirin.