Ekip
21 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2022
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "(Êrîşa li Dihokê) Li gorî agahiyên ku me ji Hêzên Artêşa Tirkiyeyê hildaye dijî sivîlan tu êrîş nehatine kirin."
"(Li Sûriyeyê) Em nikarin bêdeng bimînin. Gotina rast heya niha di tu operasyonên xwe da me destûrê ji kesî hilnedaye û em hilnadin jî."
"(Di firotina F-16an da îhtimala ku Amerîka şertê Yûnanistanê deyne) Mimkûn nîne em ji rêbazeke ku dest û piyên me dide girêdan ra bibêjin erê."
"Ermenistanê hê gavên berbiçav neavêtiye. Divê rêvebirî (ya di serokwezîriya Paşinyan da) ji bona aştiyê gavên erênî biavêje. Gotin têrê nake."