17 Gulan 2016•Rojanekirin: 18 Gulan 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê, di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da, di xaniyekî da 12 terorîst hatin kuştin.
Li navenda bajêr Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û unsûrên ewlekariyê piştî ku di 14ê adarê da qedexeya derketina derva hatibû îlankirin, seba jinavbirina teqemeniyên xumalî, tijekirina çalan û rakirina barîqatan "Operasyona Şehîd Ustegmenê Cendirme Mehmet Çîfçî" hatibû destpêkirin. Operasyon vêga jî didome.
Hêzên ewlekariyê li Taxa Yeniyê danê êvarê, xefik li terorîstan teng kirin û banga "teslîm bin" dikin, lê terorîst bi çekê bersivê didin û ji ber hindê di navbera terorîst û hêzên ewlekariyê da car carî pevçûn diqewimin.
Hêzên ewlekariyê heya niha 386 terorîst kuştin,164 barîqat rakirin, 21 çal tije kirin û 954 teqemeniyên xumalî ji navê birin.