Türkan Tosun
22 Gulan 2019•Rojanekirin: 22 Gulan 2019
Şaredarê Midyadê Veysî Şahîn di bazara dîrokî da xebatên nûkirinê temaşe kir.
Bi piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê li navçeyê bazara dîrokî û 200 avahî tên nûkirin.
Şaredar Şahîn got ji bo nûkirinê 2,5 milyon lire hatiye veqetandin û hewl tê dayîn bazar li gor eslê xwe yê berê bê nûkirin.
Şahîn wiha axivî: "Em kîjan avahiyên kevn yên ne li gor pergalê hebin hildiweşînin û nû dikin. Ewê li gor eslê xwe bên nûkirin. Armanca me ew e ku em Midyadê bikin cihekî balkêş û pergala wê ya dîrokî zindî bikin. Ji ber vê em bi baldarî xebatên xwe dikin."