18 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2017
MARDIN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê muhîmat û teqemeniya di nav 2 tûpan de xefkkirî hat dîtin.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, li taxên Abdulkadir Paşa, Firat, Dicle, Yenîşehîr, Zeynel Abidîn û Kişlaya ku qedexeya derketina derve hê li wan didome, îmhakirina teqemeniyên destî yên ku ji aliyê terorîstên PKKyî hatibûn bicîhkirin û rûxandina xaniyên ji êrîşan zirardîtî, berdewam e.
Di xebatên ku ekîbên girêdayî Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê de, teqemeniya ku xistibûn nava 2 tûpên 12 kîlogramî û 2 muhîmat hatin desteserkirin.

Teqemeniya destî, li taxa Zeynel Abidînê ji aliyê pisporê bombeyan ve bi şiklekî kontroldar hat îmhakirin.
Li Nisêbînê qedexeya derketina derve ku bi mebesta tesîskirina aramî û ewlekariyê bi operasyona Atmaca-7 14ê adara 2016an hatibû ragihandin, 25ê temûzê ji bilî 6 texan qismen hatibû rakirin.