13 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
ŞANLIURFA / KONYA / İZMİR / ANTALYA
Li Riha, Konya û Îzmîrê di operasyonên ser DAEŞa rêxistina terorê de 65 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ekîbên Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr di çarçoveya xebatên ser DAEŞê de tespît kir ku li avahiyeke li Taxa Beykapisiya li navçeya Eyyubiyeya navend civînên rêxistinî dike, ew kesên ji bo ku tevî DAEŞê bibin tên bajêr vir dimînin, ji bo kesên hewl didin ku derbasî Sûriyeyê bibin pereyê berhev dikin û bi melzemeyên hewl didin ku ji Reqayê peyda bikin li Tirkiyeyê amadehiya çalakiyê dikin.
Operasyona hemdemî birin ser 22 navnîşanan
Piştî teqîba fizikî û teknîkî li navenda bajêr di heman demê de operasyon birin ser 22 navnîşanan. Di operasyonê de M.E, A.Y, M.D, M.K, Ş.D, M.O, O.K, M.K, Ö.Ş, M.E, V.A, M.P, M.O, O.A, M.Y, M.S, E.P, Î.D, M.K. û 2 kesên ku navên wan nekarîn hîn bibin hatin binçavkirin.
Miameleyên gumanbaran ên li Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr berdewam dikin.
Li Konyayê operasyona DAEŞê
Li Konyayê 4 kesên ku di operasyona dijî rêxistina terorê DAEŞê da hatibûn qefaltin hatin girtin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê yên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr tesbît kirin ku pêwendiyekê grûbekî bi rêxistina terorê DAEŞê ra heye.
Piştî komkirina delîlan ekîban dest bi operasyonê kir û di heman demê da avêtin ser 5 adresên li navenda bajêr. Di operasyonê da A.S, A.T, M.Y. û M.E hatin binçavkirin.
Ji hêla din eşkere bû ku di operasyonê da ekîban dest danîn ser dokûmenên dijîtal jî.
Hat tesbîtkirin, berşikên ku tê îdiakirin ji rêxistinê ra merivan dişînin û piştgiriya wê ya lojîstîk dikin bi endamên rêxistina terorê yên li herêmên şer ra di nava pêwendiyê da ne.
Berşikên ku piştî kutabûna miemeleyên li cem polêsan sewqî dadgehê kirin, hatin girtin.
Li Antalyayê operasyona dijî DAEŞê
Li Antalyayê di operasyona ku dijî DAEŞê hat lidarxistin de 3 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya Antalyayê li ser îstixbaratê li dijî DAEŞê dest bi xebatê kirin û li Doşemealtiyê li ser malekê de girtin.
Di operasyonê de K.B, R.K. û A.Syê ku welatiyên Rûsyayê bûn hatin binçavkirin.
Polêsan di malê de lêgerîn kir û dest dan ser hin belgeyên dijîtal.
Hat eşkerekirin ku têkiliya bersûcên hatin binçavkirin bi rêxistina terorê re heye. Piştî ku muameleyên gumanbaran li ewlekariyê bi dawî bû ew sewqî dadgehê kirin.