TUNCELÎ
Turnûvaya Volêybolê ya Kupaya Qaymeqamiya Ovacikê dest pê kir.
Turnûvayê li Salona Werzişê ya Ovacikê dest pê kir û di pêşbirka ewil de tîmên Yeşîlyazi YÎBO û Soma Sporê derketin hemberî hev. Yeşîlyazi YÎBOyê 3-0 têk bir.
Serokê Ulaşspora Şaredariya Ovacikê Vedat Kekomemetogullari di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca wan ew e ku xebatkarên saziyên dewletê bira werzişê bikin û werzişvanên civan di nav xwe de têkiliyan daynin.
10 tîm beşdarî turnûvayê bûn û turnûvayê di 9ê hezîranê de dê bi dawî be.