ÎSTANBÛL
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hat gotin ku di çarçoveya operasyona "rêxistina paralel" de di ewlekariyê de der heqê 39 gumanbaran de telîmata girtin, lêgerîn û binçavkirinê hat dayîn û niha15 gumanbar hatin binçavkirin û lêgerîn û binçavkirin jî didome.
Gumanbarên ku di çarçoveya operasyona tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Stenbolê de hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê anîn Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê. Hat îdiakirin ku gumanbar tevî sûcên mîna, "ji bo ku sûc bikin rêxistin ava kirin, sextekarî û guhdarîkirina derqanûnî" bûn. Hat destnîşankirin ku li gelek cihên ku di navê de lojmanên polêsan jî hene, lêgerîn hat kirin.
- Midûrê berê yê Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Stenbolê O.K. jî binçav kirin
Di çarçoveya operasyonê de Midûrê berê yê Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Stenbolê O.K. jî hat binçavkirin. Polêsan, O.K. ji mala wî hildan û ji bo kontrola tenduristiyê anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekiyê. O.K. di dema operasyonên 17 û 25ê berfanbarê de Midûrê Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Stenbolê bû.
- Li Midûriyeta Ewlekariya Diyarbekirê jî operasyona "rêxistina paralel" hat kirin
Di çarçoveya operasyona "rêxistina paralel" a ku li Stenbolê hat li dar xistin de du polêsên ku li Midûriyeta Ewlekariya Bajarê Diyarbekirê wezîfedar in, hatin binçavkirin.
Li gorî agahiya ku hat bidestxistin, di çarçoveya operasyona "rêxistina paralel" a ku li Stenbolê hat li dar xistin de, M.Ç.yê ku li Midûriyeta Ewlekariya Bajêr, midûrê şûbeyê yê li Enqereyê hat binçavkirin û Î.A.yê ku li Hezroya navçeya Diyarbekirê polês e jî li Hezroya cihê wezîfeya wî hat biçavkirin.
Hat zanîn ku wê M.Ç. û Î.A. bişînin Stenbola ku lê operasyon tê kirin.
- Di çarçoveya operasyonê de li Îzmirê jî komîserekî alîkar hat binçavkirin
Ji hêla din, di çarçoveya operasyona "rêxistia paralel" de li Îzmirê jî komîserekî alîkar hat binçavkirin.
Hat zanîn ku dê komîserê alîkar jî bişînin Stenbolê.
Li Wan û Bidlîsê jî 3 polês hatin binçavkirin
Li Wanê û Bidlîsê di çarçoveya operasyonan de 3 polês hatin binçavkirin.
Bi kordînasyona Midûriyeta Şaxa Têkoşînê ya Terorê ya Stenbolê ve serê sibê li gelek bajaran operasyon hatin kirin. Li gor vê operasyonê li bajarê Wanê jî operasyonek hat kirin. Hat ragihandin ku Midûrê Şaxa Têkoşînê ya Terorê yê Wanê Serdar B. û komîserekî ku di Midûriyeta Şaxa Hêzên Lezgîn de wezîfedar bû hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku piştî kar û xebatên wan ên li ewlekariyê, kesên hatin binçavkirin dê bişînin Stenbolê.
Di vê navberê de hat ragihandin ku li Bidlîsê jî polêsek hatiye binçavkirin.