27 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2015
ÎSTANBUL
Li Sultanbeyliyê li dijî DAEŞê operasyon hat kirin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê, bi alîkariya firoke û polêsên hereketa taybet, li Sultanbeyliyê derketin operasyonê.
Di operasyonê da hin kes avêtin nezaretê û di hin mal û dikanan da jî lêgerîn hat kirin.
Wek mayîn li Bulwara Fatîhê ya li Sultanbeyliyê, di operasyona ku birin ser malekê da kesek ji ber polêsan reviya û birîndar bû.
Hat diyarkirin ku kesê birîndar rakirin nexweşxaneyê û di hin navnîşanan da lêgerîn dewam dike.