20 Mijdar 2015•Rojanekirin: 21 Mijdar 2015
ISTANBUL
Li Stenbolê li dijî PKKya rêxistina terorê di heman demê da operasyon hatin kirin û 12 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê îro serê sibê li dijî PKKya rêxistina terorê û YDG-Ha şaxa wê ya ciwanan, li Esenyurt, Beylîkduzu, Başakşehir û Buyukçekmeceyê avêt ser 24 xaniyan.
Di operasyonê da 12 kesên ku li gor îdiayê endamê rêxistinê ne, hatin binçavkirin.
Gumanbar ji bo tenduristiyê hatin kontrolkirin û paşê birin Midûriya Ewlehiyê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê.
Hat gotin ku li hin adrêsan hê lêgerîn dewam dike.