25 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2015
ANKARA
Li Sûra navçeya Diyarbekirê endamên rêxistina terorê zirarê didin mal, îbadetxane, kuçe û kolanan.
Li navçeyê piştî qedexeya derketina derva, wêneyên operasyona li dijî endamên rêxistinê bi çapemeniyê ra hatin parvekirin.
Di wêneyan da dîmenên kozik û barîkatên endamên rêxitinê û kolan, kuçe û malên ku xera bûne, hene.
Di wêneyan da şadirwana xerabûyî ya Mizgefta Kurşunluyê jî ku bi destê endamên rêxistinê hat wêrankirin xuya dike.
Di dîmenan da rewşa dawîn a kuçe û kolanan jî piştî ku barîkat hatin rakirin û bi operasyonan ji endamên rêxistinê hatin paqijkirin, xuya dike.