VAN
Li Wanê ji 29 kesên ku di operasyonên cur bi cur de hatibûn binçavkirin, 9 kes hatin derdestkirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Wanê de hat destnîşankirin ku tîmên Midûriyeta Ewlehiyê di 24, 25 û 31ê tîrmehê de û di 6ê tebaxê de operasyon birin ser rêxistina terorê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji 29 kesên ku di operasyonên cur bi cur de hatibûn binçavkirin 9 kes hatin derdestkirin û wiha hat gotin: "Di operasyonan de 3 çekên lûledirêj, 3 demançe, 14 tiving, 10 şarjor, 690 fişek, 31 fişekên hewayî, 13 molotof û gelek melzeme û amûrên rêxistinê hatin qefaltin."