Nihat Kavşut
23 Sibat 2016•Rojanekirin: 24 Sibat 2016
MARDÎN
Li Dêrika navçeya Mêrdînê di operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê da 7 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê li Dêrîkê piştî êrîşa li dijî hêzên ewlehiyê û destdanîna li ser wesaîtên welatiyan di 19ê sibatê da operasyonê dest pê kir.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê da 7 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku endamên rêxistinê bi rokêtavêjan êrîş kirin û di êrîşê da 5 hêzên ewlehiyê sivik birîndar bûn û der barê bûyerê da 6 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di operasyonan da 5 barîkat hatin rakirin, çalek hat girtin û 7 teqemenî hatin îmhekirin. Hat tesbitkirin ku endamên rêxistina terorê ji bo çêkirina barîkatan û bicîkirina teqemeniyan dest danîne ser 18 wesaîtan."