23 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2015
DIYARBAKIR
Serokê Komeleya Hiqûqnasên Qanûna Bingehîn û Alîkarê Rektorê Zanîngeha Teknîkê ya Karadenizê (KTU) Prof. Dr. Yusuf Şevkî Hakyemez, der heqê çalakiyên PKKya rêxistina terorê ku di demên dawîn de zêde bûn wiha got: "PKK mixabin di Pêvajoya Çareseriyê de qet jidil nebû. Ev yek bi bûyerên terorî yên ku di demên dawîn de qewimîn raxist pêş çavan."
Hakyemezê ku Serokê Koma Behra Reş a Heyeta Mirovên Agilmend bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û çalakiyên PKKê yên di demên dawîn de diqewimin û Pêvajoya Çareseriyê nirxand.
Prof. Dr. Hakyemez got ku rêxistin dibêje ji herêmê re xizmet naçe û vê yekê gilî dike, lê heman rêxistin radibe makîneyên kar ên ku di çêkirina rê û bendavan de dişixûlin dişewitîne, xebatkarên li wê derê dixebitin tehdît dike û wiha dewam kir: "Ev tevgera ku radixin pêş çavan ji bo herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê pir bi zirare. Radibin dibêjin 'em ji bo azadiyê têdikoşîn' ev yek tiştekî rast nîne."
- "Qendîl dixwaze careke din her tiştî bike bin kontrola xwe"
Hakyemez ragihand ku Qendîl dixwaze careke din her tiştî bike bin kontrola xwe û wiha domand: "Qendîl wisa difikire ku aktorekî wek HDPê di siyasetê de dema bibe xwedî gotin ev yek wê wan qels bike û zirarê bide pozîsyona wan, ji ber vê yekê jî dixwaze ku her tişt di destê wan de be."
Hakyemez axaftina xwe wiha domand: "Dema hûn li xeberdanên Hevserokê Giştî yê HDPê Selaheddîn Demirtaş guhdardikin ji aliyekî ve dibêje aştî û li aliyê din jî nikare terora ku PKK dike şermezar bike. Bi rastî jî di wê demê de dikeve halekî pir xerab. Bi rastî jî ev yek ji ber ku Qendîl û yan jî PKK naxwaze tiştên ku bidestxistiye winda bike, derdikeve holê. HDPê ji sedî 13 ray hilda û ket parlementoyê. Bila pirsgirêk li vê derê bên niqaşkirin, pirsgirêkên li rojava, pirsgirêkên gelê tirk û kurd û hemû hêlên din li vê derê bên rojevê. HDP di şûna ku pirsgirêkên kurdan bi rêya siyasetê ve bîne rojevê PKK radibe bi çekan dixwaze hin tiştan bike."
- "Gel nîşan da ku ew rêveberiya xweser naxwazin"
Hakyemez diyar kir ku PKKê çalakiyên xwe li nav bajêr kir û xwest ku bi wan ve ji gel piştgiriyê hilde û wiha pê de çû: "Endamên YDG-Hyê bi rastî PKKyiyên ku perwerdehiya rêxistinê hilnedane û xortên li nav bajêr in. PKKê dixwest çalakiyên xwe li ser pişta van xortan li bajaran bike û hakimiyeta xwe nîşan bide. PKKê bi zanayî bi wan serî hilda û xwest gel serhildanê bike û nîşan bide ku gel piştgiriyê dide rêxistinê lê hemd ji Xwedê re daxwaza wan bi cih nehat. Milet bi eqlê selîm tevgeriya yanî gel rêveberiya xweser nexwest û vê yekê jî bi eşkere nîşan da. Bi vî awayî jî hewl û xebatên YDG-H û PKKê badilhewa çûn û gel piştgirî neda."
Serokê Komeleya Hiqûqnasên Qanûna Bingehîn Prof. Dr. Hakyemez di mijara pêvajoya çareseriyê de jî PKKê rexne kir û wiha got: "PKK mixabin di Pêvajoya Çareseriyê de qet jidil nebû. Vê yekê jî bi bûyerên terorî yên ku di demên dawîn de raxist pêş çavan ve nîşan da. Di salên dawîn de tu çekdaren xwe dernexist derveyî welêt. Hikûmetê jî di demên dawîn de ji bo encamê tu gav neavêt û vê tevgera wî jî rast bû. PKK û HDP weke ku Pêvajoya Çareseriyê dixwazin tevdigeriyan rewşeke wiha derket holê. PKK dibe ku piçek ji rûdanên li Sûriyeyê qewimin, piçek bi rê nîşandina muxalifên li Tirkiyeyê û tesîra aktorên navneteweyî ve ji bo Pêvajoya Çareseriyê serobin bike çi ji dest hat kir. Dest bi êrîşên terorî kir."
-"PKK di dema ray avêtinê de bi tehdîtan ve dixwaze li ser gel bi tesîr be"
Hakyemez ragihand ku tu kêr û xêra çalakiyên PKK li dar dixe ji bo gelê kurd tuneye lewra ew tevgerên tên kirin ji bo gel zirare û wiha dewam kir: "PKK radibe makîneyên kar ên ku rê çêdikin dişewitîne, naxwaze bendav bên çêkirin, polêsên me di xewê de û li pêş çavên malbatên wan esker û polêsên me cangorî dike. Ji bo ku rê li ber xizmetên bê herêmê bigire çi ji dest tê dike. PKK dixwaze bi tehdîtan ve di dema ray avêtinê de li ser gel xwedî tesîr be. Mixabin qîmet nedan Pêvajoya Çareseriyê."