ÎSTANBÛL
Koma "Piştevaniya Sivîl a ji bo Pêvajoya Çareseriyê" ya di bin banê Lijneya Mirovên Aqilmend de hat avakirin, danezana encamê ya xwe weşand.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku derbarê mijarê de hat weşandin, di 15ê kewçêrê de, ji endamên Lijneya Mirovên Aqilmend Can Paker, Oral Çalişlar û Mehmet Ûçûm bangewazî kir ku civînek bê lidarxistin û li ser vê civîn hat lidarxistin.
Can Paker, Oral Çalişlar, Mehmet Ûçûm, Abdurrahman Kûrt, Abdurrahman Dîlîpak, Alî Bayramoglû, Avnî Ozgurel, Ayhan Ogan, Dogû Ergîl, Etyen Mahçûpyan, Fadîme Ozkan, Fatma Benlî, Hulya Koçyîgît, Kadîr İnanır, Kezban Hatemi, Levent Korkut, Mahmut Arslan, Muhsin Kızılkaya, Nihal Bengisu Karaca, Öztürk Turkdogan, Sîbel Eraslan, Tarik Çelenk, Vahap Coşkûn û Yildiray Ogûr beşdarî civînê bûn û piştî civînê danezana encamê hat weşandin.
-Danezana encamê ya "Piştevaniya Sivîl a ji bo Pêvajoya Çareseriyê"
Di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku erkdarên Tirkiyeyê û aktorên siyasî yên eslî berpirsiyarî girt ser milên xwe pêvajo da destpêkirin. Herwiha ev pêvajoya derbarê pirsgirêka kurd de, zehf girîng e.
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku ev pêvajo ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyên Kurd ên li Tirkiyeyê ye, ev pêvajo ji bo hemû gelê Tirkiyeyê ji bo demokrasî, hiqûq û aştiyê zehf girîng e.
-"Projeyek siyasî û hiqûqî ye"
Di danezanê de hat diyarkirin ku heke pêvajo bi ser bikeve dê şert û mercên demokrasiyeke siyasî ya ku li gor pêdiviyên sedsala 21emîn a Tirkiyeyê ye pêk bê û cih dan van îfadeyan:
"Ligel hemû bûyerên di demên dawîn de pêk hatin, pêvajoya çareseriyê projeya siyasî û hiqûqî ya ku herî zêde gel piştevaniyê didê ya Tirkiyeyê ye. Piştevaniya gel, ji bo serkeftina pêvajoyê, ewlehiya herî girîng e. Pêvajoya çareseriya ya ku ev 21 mehin berdewam dike ligel gelek pirsgirêk û astengiyan berdewam dike û dê bi rêkûpêk berdewam jî bike."
"Divê ev pêvajo hikûmetê jî bigre bin banê xwe.Di heman demê de bibe polîtîkayek dewletê, ev ji bo pêvajoyê gaveke gelekî girîng e. Di serî de Serokomar, Serokwezîr û hikûmet her tim bal dikşînin ser pêvajoya çareseriyê û destnîşan dikin ku dê pêvajo bi rêkûpêk bê birêvebirin. Di Belgenameya Vîzyonê ya Serokomar de, serkeftina pêvajoya çareseriyê wekî hedef tê nîşandan û ev xal ji bo pêvajoyê gelekî girîng e."
Di danezanê de cih dan van agahiyan:
"Di seranserê pêvajoyê de Abdullah Ocalan bi biryar tevgeriya, herwiha partiyên siyasî yên girêdayî wî, bi rênîşandanên wî tevgeriyan; di mijara pêvajoyê de jî her tim bi biryar tevgeriyan. Bal kişandin ser giringiya diyalog û hevkariyê. Divê li vir hemû kes bala xwe bidin partiyên siyasî ku di vê mijarê de çawa bi biryar tevgeriyan."
-Divê ji bo pêvajoyê qanûn bê derxistin
Divê ji bo pêvajoyê qanûneke çarçove bê derxistin, dema derxistina qanûnê guh bidin daxwaz û telebên Ocalan. Hemû aliyan di pêvajoya çareseriyê de li gor bend û rêzikên qanûnê tevgeriyan û nêzikbûna xwe bi zagonan pesend kirin."
-"Mafdar in ku ji bo Kobanê daxwaza alîkariyê bikin"
Hat diyarkirin ku naxwazin ji ber êrîşên DÎŞIyê yên li ser herêma Sûriye-Rojova-Kobanê zirar bigihîje pêvajoya çareseriyê ya ku heta vê merhaleyê hatiye birêvebirin û nirxandinek wiha hat kirin: "Heta ku pêvajoya çareseriyê û pirsgirêka Kobanê ji hev du re wekî şert dibînin û dinirxînin; divê mijara Kobanê bi awayekî ku zirara wê negihije pêvajoyê hildin dest, ev nêzikbûn ji bo pêvajoyê gelekî girîng e. Dîtina me ewe ku her dû alî jî li ser bingeha lihevkirinê nêzikî hev bibin û di nav bera xwe de diyalogan zêdetir bikin."