ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu li Navenda Giştî ya Anadolu Agencyê (AA) bû mêvanê Maseya Edîtorên AAyê. Nûçegihan û edîtorên AAyê der barê mijarên ku di rojevê de ne ji Davutoglu pirsan kirin û wî jî pirsan bersivand.
Wezîrê Karên Derve Davutoglu der barê rûdanên ku li Tirkiyeyê û dinyayê diqevimin de jî xeber da.
Nûçegihanên AAyê yên ku li derveyî welêt dixebitin jî bi pirsên xwe tevlî civînê bûn.
Davûtoglû wiha axivî:
"Yên mixalif bi terorê sûcdar dikin, bi vî awayî jî ji bo ku vê terorê biçewisînin terora xwe meşrû dikin, ev jî pevçûnan mezin dike. Hereketeke psîkolojîk li ser Tirkiyeyê tê kirin, dibê qey Tirkiye piştgiriyê dide komên çekdar.Hêzên rejima Sûriyeyê, PYD û El-Qaîdeyê ji bo me pirsgirêka ewlehiyê ne.Divê hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin. Çi çaxê li bakurê Sûriyeyê mixalefet bi hêz bû, Dewleta Îslamê ya Iraq û Şamê derket holê. Di rastiyê de ev bi rejimê re têkildar in.Ev (hêzên radîkal yên Sûriyeyê) rêgezên ewqas xelet bi kar tînin ku rejîmê tînin asteke ehwenê şer. Helwesta me eşkere ye, em dixwazin ku mixalefet beşdarî Cenevre-2yê bibe. Li gor me Îran beşdarî Cenevre-2yê bibe dê baş bibe. Divê Îran biryarên Cenevre-1ê qebûl bike. Ez texmîn dikim ku mixalefeta Sûriyeyê dê beşdarî Cenevre-2yê bibe, lê belê divê dewletên navnetewî jî (ji bo rejîm dawî li êrîşan bîne) çi bikeve li ser milên wan bikin."