21 Adar 2016•Rojanekirin: 21 Adar 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê terorîstan Dibistana Navîn a Mîsaki Mîllî ya ku wek baregeh bi kar dianîn şewitandin, di dibistanê de xisareke mezin çêbû.
Li Nisêbînê ji bo ku çal bên girtin û barîkat bên rakirin operasyona ku di 14ê adarê de hatibû bidestpêkirin dewam dike.
Terorîstan li taxa Dîcleyê Dibistana Navîn a Mîsaki Mîllî wek baregeh bi kar anîn. Piştre dibistan şewitandin û çûn.
Li dibistanê zirareke mezin çêbû. Karneyên zarokan belav bûn û hêzên ewlehiyê ew berhev kirin.
300 mêtro nêzîkî dibistanê pevçûn dewam dikin. Avahiyên li der û dora dibistanê jî xirab bûn û zirar dîtin.